Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Youtube aşkere kiriye ku wê şîroveyên di bin vîdeoyên zarokan û ên ku dibe bibe sedema helwestên pedofiliyê asteng bike. Malpera vîdeoyan a populer daye xuyakirin, “hefteya borî, bi deh milyonan vîdeoyên ku dibe bibin sedema helwestên pedofiliyê me ji şîrovekirinê re girtine. Em ê di mehên pêşiya me de jî vîdeoyên weke van, yên ku xetere di wan de hebin em ê şîroveyan asteng bikin”.
Hatiye diyarkirin ku şîrketê hefteya borî dest bi vî karî kiriye û dibe ku ev kar yek du mehên din berdewam bike. Piştî ku derketibû holê li bin hin vîdeoyên zarokan tiştên xetere ji bo zarokan hatine nivîsandin, hin şîrketên navnetewî reklamên xwe yên li ser Youtube-ê bi paş de kişandibûn.
Susan Wojcicki Rêvebera Payebilind a Youtube-ê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Li gorî nêrina me di platformê de ti tiştek ji ewlehiya ciwanan ne girîngtir e”.
Mafê şîrovekirinê wê tenê ji bo kes an jî derdorên vîdeoyan dikişînin û bar dikin bi awayekî sînordar, hebe. Lê Youtube dixwaze ku ev kes jî di dema şîrovekirinan de divê baldar bin. (AO/FD)