Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser doza 11 zarokên emrê wan di navbera 16 û 17ê de biryar daye.
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku miameleya xerab li 10 zarokan hatiye kirin û divê ji nû ve lêpirsînek li ser bûyerê bê kirin. Ji bo her yek ji zarokan 10 hezar TL dê bê dayin.
Zarokan gilî kiribû û dabûn zanîn ku xerdiyanan destê wan bi kelepçeyê ji piştê ve giraê dane û ew tazî kirine.
"Zarokê nexweş ji ser doşeka xwe ranebû"
11 zarokên daxwaz ji Dadgeha Qanûna Bingehîn kirîn di dema bûyer qewimî de 16-17 salî bûne.
F.E., A.D., B.D., H.E. di dema bûyerê de li odeya C-10ê û M.K, K.Ş., B.K., F.T, E.T., M.H.A. û H.B. li C-12ê diman.
Yekê Kanûna Paşiyê ya 2014ê, çar xerdiyan çûne odeya girtîyan ya C-10ê. Dema xerdiyanan lîsteya navan xwendî zarokek ji ser cihê xwe ranebûye. Minaqeşe di navbera zarokan û xerdiyanan de çêbûye.
Zarokan ji xerdiyanan re gotine H.E. nexweş e ji ber wê ranabe. Lê xerdiyanan ew tehdîd kirine.
Dogeriyê diyar kiribû ku hêza pêwîst hatiye bi kar anîn.
Dozgeriyê herweha diyar kiriye ku ne hewce ye lêpirsînek li ser bûyerê bê vekirin.
Biryara "lêkolînê"
Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Dadgehê îfadeya H.A.yî hêj nestandiye. Ji bo 10 zarokên dî biryar daye miameleya xerab li wan hatiye kirin.
(AS / MB)