Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza kuştina Berkîn Elvanî de dadgehê biryar girt ku 10ê Nîsana 2019ê li cihê bûyerê keşif bê kirin.
Li 17em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro doza kuştina Berkîn Elvanî berdewam kiriye. Elvan di dema berxwedana Geziyê de li Okmeydaniya Stenbolê bi fîşeka gaza çavşewitandinê miribû.
Polîs Fatîh Dalgaliyê bergûman bi rêya Sîstema Deng û Dîmengirtinê (SEGBİS) beşdarî danişînê bûye. Daxwaza girtina Dalgaliyî nehatiye qebûlkirin.
Dîsa ti tiştek nehatiye bîra polîsan
Di danişîna îro de dadgehê li îfadeyên polîsên şahid B. G û H. P guhdarî kiriye. Her du polîsan jî weke polîsên din ên şahid ên berê li îfadeyên wan hatibû guhdarîkirin, gotine, “ti tiştek nayê bîra min”.
Parêzer Can Atalayî diyar kiriye ku îfadeyên şahidên beriya niha bi bîr xistiye û gotiye “dosya bi polîsên şahid ên ti eleqeya wan bi bûyerê re nîne hatiye neqixandin û ev ji hêla şahidan ve jî hatiye gotin.”
Parêzer Çîgdem Akbûlûtê jî gotiye ku ew dixwazin li cihê bûyerê keşif bê kirin û polîsê bergûman bê girtin.
Dadgehê piştî navberekê biryar girtiye ku li cihê bûyerê keşif çêbibe. Lê daxwaza girtina polîs Dalgaliyî qebûl nekiriye.
Dadkirin wê 8ê Gulana 2019ê berdewam bike. (AS/FD)