Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
George Pell wezîrê ekonomiyê yê Vatîkanê ye û Kardînalê Awistiralyayê(Nemsa) ye. Wî di salên 1996-2001ê de wek serpîskopos kar kiriye. Li gor biryara dadgehê wî hingê îstismara cinsî li du zarokên li dêrê kiriye.
Bixwîne - Vatîkan li ser mijara "taciza li zarokan" civîyaye
Heta niho kesê herî pilebilind ê ji vî sûcî ceza standî Pell e. Ew 77 salî ye. Jûriya ji 8 mêr û 4 jinan pêk tê, ji bo 5 bûyerên tacizê biryar daye ku kardînal sûcdar e.
Yek ji wan kesên taciz lê hatî kirin gotiye:
“Ez nikarim bibêjim ka çend ev biryar ji min re giring e. Min salên xwe ber vê dozê dan.” Sûcê Pellî dê hefteya bê bi awayekê fermî bê îlankirin.
"Parastina Zarokên Dêrê"
Di vê hefteyê de ji bo têkoşîna li dijî taciza li zarokên li Dêra Katolîkan, li Vatîkanê civîneka bi navê "Parastina Zarokên Dêrê" hatiye pêkanîn.
Li ser bûyerê Francescoyê papa gotiye:
“Kêşeya tacizkirina zarokan kêşeyeka gerdûnî ye. Bi milyonan zarok têne tacizkirin.”
Papayî behsa daneyên Neteweyên Yekbûyî jî kiriye û diyar kiriye “piraniya kêşeyê di nava malbatan de ye.
“Dêr ji bo wan kesan(tacizkaran) teslîmî edaletê bike çi pêwîst be dê bike.”
(AO/MB)