Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Galya hewl dide ku perwerdeya mafên zarokan li dibistanan weke ders bide. Di vê çarçoveyê de proje hatiye amadekirin û ev proje li Dibistana Seretayî ya Hafodê pêk tê. Bi vê projeyê re tê armanckirin ku balê bikişînin ser girîngiya mafên zarokan.
Prof. Dr. Sally Holland endamê Komisyona Zarokan a Galyayê bang kiriye ku li dibistanan perwerdeya mafên zarokan zerûrî bikin.
Hikûmeta Galyayê jî diyar kiriye ku ew ê ji sala 2020ê û pê de di perwerdeyê de mafên zarokan û mafên demokratîk bê dayîn. Her weha wê naveroka perwerdeyê jî di vê çarçoveyê de bê amadekirin.
Peymana Derbarê Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî cih dide wî tiştî ku zarok karibin di dema biryardayinê de xwedî maf bin, rastî îstismarê neyên û neyên piştguhkirin. Her weha behsa mafê perwerdeyê dike.
Rachael Webb Midûrê Dibistana Seretayî ya Hafodê beriya niha bi 12 ssalan dest bi pêkanîna peymana NYyê kiriye. Webb ji BBCyê re axivî ye û wiha gotiye:
“Dema zarok mafên xwe hîn dibin têm ba me û dibêjin ku ew li malê yan jî li nava civakê xwe di nava ewlehiyê de nabînin.
“Divê em bikin ku hêsantir fam bikin. Weke mînak, mafê perwerdeya zarokan tê maneya ku divê hemû zarok li polê li gorî vî tiştî tevbigerin. Heke ku aciziyê bidin zarokên din, mafên wan ji destê wan derdixin.” (EO/AO/FD)
Çavkanî: BBC
Werger: Ege Oztokat