Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hêlîn Hasret Şena 12 salî li Amedê di dema operasyonekê de bi guleya polîsan hatibû kuştin. Li ser vê yekê malbata Şenê doza tazmînatê li Wezareta Karê Navxweyî vekiriye. Doz bi encam bûye.
Dadgehê, kuştina di bûyera kuştina Hêlîn Şenê de biryar girtiye ku “qisûra xizmetê” heye. Li gorî heman biryarê wê Wezareta Karê Navxweyî 314 hezar Tlyî bide malbata Şenê.
Abdûllah Zeytûn, parêzerê malbata Şenê ji bianetê re axivî û got, lêpirsîna cezayî ya derbarê polîsan de 3 sal û nîve negehîştiye asta doz lê vekirinê û nehênîtiya lêpirsînê jî hê didome.
Helîn Şen di 11yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2015an de hatibû kuştin û wê demê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê gotibû, Hêlîn Şen bi sê guleyên ku li serê wê ketiye miriye. Derbarê bûyerê de di 10ê Sibata 2016an de lêpirsîna cezayî hatibû destpêkirin.
Wezaretê biryara tazmînatê red kiriye
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 12yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2015an de li Sûra Amedê di dema qedexeya derketina derve de Hêlîn Şen ji bo anîna nan derdikeve der û ji aliyê polîsan ve tê kuştin.
Derbarê kuştinê de lêpirsîna cezayî hatibû destpêkirin. Malbata Şenê doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kiribû. Dadgehê derbarê kuştina Şenê de Wezareta Karê Navxweyî "qisûrdar" dîtiye. Lê Wezareta Karê Navxweyî daxwaza ji bo tazmînatê qebûl nekiriye û dosyê ji Walîtiya Amedê re şandiye.
Herweha dadgehê ji sedî 15 qisûr li malbatê jî bar kiriye. Dadgehê di biryara xwe di diyar kiriye ku di dema qedexeya derketina derve de şandina zarokeke 12 salî ji bo anîna nan, dide nîşandan ku dê û bav berpirsiyariya ji bo zaroka xwe bi cih nehanîne. Dadgehê ji sedî 85ê qisûr jî li îdareyê bar kiriye û xwestiye îdare tazmînatê bide malbatê. (AS/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye