Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Rûhayê zarokekê 14 salî yê bi navê Ahmet Çiftçi li zeviyên pembûyan kar dikir. Dema ku terektorekê bi gîsnekê bi cûreyê “circirik” erd dikola ew jî di terektorê de bûye. Dema erdkolanê ew ji terektorê ketiye ser gîsnî û miriye.
Bixwîne - 18 kes bi xwarinê ketine jehriyê û mirine
Li gor nûçeyeka DHAyê çawa ku ajovanî dîtiye ku zarok ketiye bangî tîmên hewargihandinê kiriye. Hêj tîman ew xelas nekirî zarok miriye.
66 zarok mirine
Li gor rapora Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karkeran (İSİG) di 10 mehên pêşiya yên sala 2018ê de 66 zarokên karker mirine.
Bixwîne - Di meha Çiriya Paşiyê de 154 karker mirine
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di deh mehan de 154 karker mirine. Ji 154 kesên ku mirine, 129 kes karker û karmend bûne, 25 ji wan li ser hesabê kar dikirin ango cotkar û esnaf bûne. 13 ji van jin, 141 ji wan jî mêr bûne. Jinên karker bêhtir di karê zeviyan de, tekstîl, banka, bazirganî, guhastin, tenduristî û ewlehiyê de mirine. Yek jê 14 salî, 4 zarokên karker jî mirine. Du zarok di zeviyan de, yek li înşaetan miriye. Yek jê jî kaxizên avêtî kom dikir.
(AO/MB)