Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pirtûkxaneya dîjîtal ya bianetê, ji bo nûçegihaniya zarokparêz bi awayekê baştir bê kirin. Lêkolîn, rapor, nivîsar, ferheng û nûçeyên mînak li xwe dicivîne.
Me ji beriya niho du projeyên çêkirina pirtûkxaneyên dîjîtal temam kiribû: Barış Gazeteciliği Kütüphanesi(Pirtûkxaneya nûçegihaniya aştîxwaz) û Toplumsal Cinsiyet Odaklı Habercilik Kütüphanesi'(Pirtûkxaneya nûçegihaniya zayenda civakî) me vê carê jî projeya Çocuk Odaklı Habercilik Kütüphanesi (Pirtûkxaneya nûçegihaniya zarokparêz) temam kir. Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Swêdê(SIDA) piştgiriya hersê projeyan jî kir.
Navê malpera kitêbxaneyê ev e: haberdecocuk.org
Nûçegihaniya zarokparêz çi ye?Nûçegihaniya zarokparêz ew e ku tilştê herî giring ê di nûçeyê de parastina mafên zarokan e. Zarok digel mafên xwe li navenda nûçeyê ne. Ew nûçegihanî rê nade nûçe bi xwe mafan binpê bike. Ew nûçegihanî ji bo cih bide zarokan lê nanêre ka zarok fail an jî qurbaniyê binpêkirina mafan e.Heke zarokan ji ber binpêkirina mafan di nûçeyekê de cih girtibe, nûçe rê nade hin mafên dî jî binpê bibin. |
Di pirtûkxaneyê de çi hene?
Dîzayna malperê Ali Seçkin Karayolî kiriye. Edîtora malperê Elif Unal e.
Şeş beşên malperê hene:
Rêber: Ji bo wan rojnamegerên ku dixwazin nûçeyên zarokparêz çêbikin hin xebat hene. Saziyên navneteweyî yên li ser mijarê dixebitin ew berhem amade kirine.
Lêkolîn û Analîz: Analîz û lêkolînên li ser nûçegihaniya zarokparêz hene.
Nûçe û hevpeyvîn: Nûçe û hevpeyvînên mînak hene.
Ferheng: Ferhengên nûçegijhaniya zarokparêz.
Hûn dikarin bi van lînkan malperên me bibînin:
Kütüphanemizi aşağıdaki mecralardan takip edebilirsiniz:
www.haberdecocuk.org
twitter.com/HaberdeCocuk
www.facebook.com/haberdecocuk
(AO/MB)