Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Edaletê fermannameyeka giştî weşandiye û diyar kiriye ku divê li hemberî îstismara cinsî ya li jin û zarokan tê kirin pêvajoya hiqûqî baş bê birêvebirin.
Fermanname li ser navê wezîrê Wezareta Edaletê, Abdulhamit Gulî hatiye weşandin.
*Dema hat zanîn ku sûcê îstismara cinsî hatiye kirin divê dozger demildest dest bi lêpirsînê bike û ji vê yekê serdozgerî/ê agehdar bike.
*Divê bilez delîl bêne komkirin û ji bo hêzên ewlehiyê fermanên pêwîst bêne kirin.
*Dema bi zarokên îstismara cinsî lê hatî kirin re bê axiftin, divê pispor hazir bin û ji bo cara duyem ew pê neêşin heke mûmkin be divê bi tenê carekê pê re bê axiftin.
*Ji bo parastina mahremiyeta zarokan divê lêkolîn bi awayekê nehênî bê kirin.
Bixwîne - Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 20 jin kuştine
Îstismara zarokan
Li gor Rapora Tûndkariya Mêran ya bianetê di meha Çiriya Pêşiyê de 18 mêran îstismara zayendî li 27 zarokên keç û zarokekî kur kiriye. Bajarên îstismara zayendî lê hatine kirin ev in:
Kocaeli (2), Afyon (1), Urfa (1), Denizli’de (1), Antalya (1), Muğla (1), Osmaniye (1) Trabzon (1)
Yek ji wan kesên îstismara zayendî(cinsî) kirî dikandar bûye. Dersdêran taciz li 18 zarokan kiriye. Mêrê xuşka kesekê taciz lê kiriye, mêrekê nasê keçekê, bavê keçekê taciz li wan kiriye. Karkerekê paqijiyê taciz li keçekê kiriye.
Zarokeka keç a taciz lê hatî kirin kêmendam bûye. Sê bûyer bi kamerayên ewlehiyê hatine qeydkirin.
(EMK/MB)