Foto: Ali Ballı – Bodrum/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taxa Gumbet a Bodrûmê belema penaberan noqî avê bûye.
Belem piştî bi rê ketiye bi demeke kurt binav bûye û di encamê de du zarok mirine.
Ji 19 penaberên ku hatine rizgarkirin pênc kes rakirine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê desti bi dermankirina wan kirine lê du zarok mirine.
Her di 2 saniyeyan de mirovek neçar maye dest ji warê xwe berde
Li gorî “Rapora Meylên Kureyî” ya Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHRC), sala 2017ê her di 2 saniyeyan de mirovek neçar maye dest ji warê xwe berde. Dîsa hatiye diyarkirin ku hejmara penaberan bûye bi qasî hejmara Taylandê. Hejmara Taylandê 70 milyon e.
Di Behra Egeyê de sala 2015ê 806, sala 2016ê 434 û sala 2017ê 61 penaber mirine.
Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî, ji serê sala 2014ê û heta niha li Behra Spî û Egeyê zêdetirî 10 hezar penaber mirine.
Dîsa Rêxistina Koçê ya Navnetewî ya NYyê (IOM) destnîşan kiriye ku sala 2017ê 2776 penaberan dema xwestine Behra Spî derbas bikin, mirine yan jî wenda bûne. Sala 2018ê jî hejmara penaberên ku li Behra Spî mirine hezar û 500î derbas kiriye. (EKN/FD)