Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsekê bi navê O.Y. dema wesayita zirxkirî ya polîsan diajot wesayit li dîwarekê daye û bi ser du zarokên 6 û heftsalî de herifandiye. Muhemed Yildirimê 7 salî û Furkan Yildirimê 6 salî li bin dîwarî mane û mirine.
Bixwîne - Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Gulan Gulana 2017ê pêk hatibû heyeta keşfê, piştî beyana polîsî dîsa çûye cihê bûyerê.
Li gor nûçeya Gokhan Altayî ya li Mezopotamya Ajansiyê hatî weşandin, heyeta pispor diyar kiriye ku ti kêşeyên teknîkî yên wesayita zirxkirî nebûne.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Polîsê bersûc diyar kiribû ku wî pêl frêna wesayitê kiriye lê ew nesekiniye. Pisporê Trafîkê jî diyar kiribû ku wî polîsî ehliyeta ji bo wesayitên zirxkirî nebû.
Çi bûbû?
Li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 3yê Gulanê de panzera polîsan a bizirx ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn li dîwarê xaniyekî da û ket nava malê.
Panzêrê piştî ku dîwar rûxand û heta nava odeyê çû û di encamê de bû sebeba kuştina Muhammed Yildirimê 7 salî û birayî wê Furkan Yildirimê 6 salî.
(AS/MB)