Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Nexweşxaneya Kanunî Sultan Suleymanî ya Stenbolê, eşkere bûbû ku 115 zarokên ducanî dihatin dermankirin û bijîşkan ji bo vê yekê polîs agehdar nekirin, bijîşkên berpirs hatine dadkirin.
Îro cihgirê serbijkî A.A. û pispora xizmetên civakî N.D. hatine dadkirin. Di sala 2017ê de ji 1ê Kanûna Paşiyê heta 9ê Gulanê 115 zarokên bûyîn ducanî li nexweşxaneya navborî hatine dermankirin.
Ji zarokên ducanî bûyîn 39 kes ji Sûriyeyê bûne. Psîkologê/a nexweşxaneyê û pisporê/a xizmetên civakî ji bo birêvebiriya nexweşxaneyê rapor nivîsîye lê birêvebiriyê piştguh kiriye. Li ser vê yekê pisporê/a xizmetên civakî ya/yê nexweşxaneyê serî li dadgehê daye û bûyer eşkere bûye.
Bixwîne - 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyeka Stenbolê
Li ser vê bûyeran cihgirê serbijîşkî gotiye: “FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) planek li min kiriye. Ez ne sûcdar im.”
Çi bûbû?
Karmendekê nexweşxaneyeka Stenbolê ferq kiriye ku 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyê lê ji vê yekê hêzên ewlehiyê nehatine agehdarkirin.
Karmendî serîdozgeriyê daye. Nexweşxaneyê lêpirsîn li ser nexweşî vekiriye.
Li gor nûçeya Dinçer Gokçeyî ya li rojnameya Hurriyetê hatî weşandin, ji 1ê Kanûna Parşiyê ya 2017ê heta 9ê Gulana 2017ê 115 zarokên ducanî çûne nexweşxaneyê. Ji sedî 67ê van zarokan 15-18 salî ne. Ji sedî 33yê zarokên duzanî ji 15 saliyê biçûktir in.
Di lîsteyê de navê du zarokan jî hene ku ew di sala 2003yê hatine dinê. 11 zarokên ducanî di sala 2002yê hatine dinê.
Walîtîyê destûr nedaye
Dozgeriyê ji bo lêpirsînê destûr ji walîtîyê xwestiye. Walîtîya Stenbolê di 4ê Adara 2017ê de bi nivîsekê eşkere kiriye ku ew destûrê nade lêpirsîn li ser bûyerê bê vekirin.
Lêpirsîn li karmendê gilî li dozgerîyê kirî yê bi navê Ş.I.N. hatiye vekirin û di pêvajoya lêpirsînê de du caran cihê wî hatiye guhertin.
Wezareta Saxlemiyê: Ne pêwîst e
Piştî belavbûna nûçeyê Wezareta Saxlemiyê daxuyaniyeka nivîskî weşand. Wezaretê da zanîn “ne pêwîst e lêpirsînek bê kirin” lê ji ber ku bûyer ketiye di rojevê de lêpirsîn dê bê kirin.(HA/MB)