Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikûlû parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) rapora binpêkirinên mafê jiyanê yên zarokan ên di navbera salên 2011 û 2017ê de belav kir. Li gorî vê raporê, di 7 salan de herî hindik mafê jînê yê 3936 zarokan hatiye binpêkirin. Rapor balê dikişînê ser kuştina zarokan ên di encama înfaza bêdadgehkirinê û diyar dike ku di navbera salên 2015 û 2016ê de gelekî zêde bûye.
Di du salan de 106 zarok di encama înfaza bêdadgehkirinê hatine kuştin
Rapor diyar dike ku di navbera salên 2012 û 2017ê de 369 zarok di kar de mirine. Ev rêje neketiye û ji 60 zarokên ku di sala 2017ê de mirine, temenê 18 zarok kêmî 15yan bûye.
Li gorî rapora navborî, di navbera salên 2011 û 2017ê (daneyên derbarê sala 2014ê de nînin) bi giştî 136 zarok di encama înfaza bêdadgehkirin de hatine kuştin. Di navbera salên 2015 û 2016ê de 106 zarok bi heman rengî hatine kuştin ku ji ber biryarên qedexeya derketina derve û li bajarên hatibûn dorpêçkirin ên weke Amed, Colemêrg, Mêrdîn û Şirnexê ev bûyer pêk hatine.
Rapor aşkere dike ku di 7 salan de ji ber tundkariyê 351 zarok mirine. Sala 2017ê 68 zarok bi vî rengî mirine ku di vî warî de weke sala herî xirab tê nirxandin. (ŞA/FD)