Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
2yê Nîsanê Roja Hayjêbûna ji Otîzmê wê di çarçoveya kampanyaya “Lembeya Şîn ji bo Otîzmê vêxe” (Ligt it Blue) de li qadên navdar ên cîhanê lempeya şîn bê vêxistin ku Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo balê bikişîne ser rewşa otîzmê ev roj diyar kiriye.
Betul Selcen Ozer Midûra Giştî ya Weqfa Otîzmê ya bi navê Tohûm derbarê kampanyayê de daxuyaniyek belav kir û got, “Di vê dema me de her 20 deqîqeyan nexweşiya otîzmê li zarokekî peyda dibe. Di gel vî tiştî jî, lêkolîna me ya bi navê “Li Tirkiyeyê hêrîna şexsî ya li ser otîzmê û asta zanyariyê” ku me bi şîrketa anketan a bi navê GFK Tirkiye re çêkiriye derxistiye holê ku li Tirkiyeyê her ji 10 kesan 8 kes nizanin elametên otîzmê çine.
“Weke nûnera Tirkiyeyê ya vê kampanyayê ez bang li herkesên dixwazin ji bo zarok û ciwanên me yên bi otîzmê bibin ronî dikim ku roja 2yê Nîsanê cilûbergên şîn li xwe kin, li ser medyaya civakî bi etîketa #Jibootîzmêlempeyaşînvêxe parvekirinan bikin, di avahiyan de lempeyên şîn vêxin û piştgiriyê bidin hayjêbûna otîzmê”. (PT/FD)