Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Geverê du rojan pey hev teqemenîyên ji dema operasyon û qedexeyên derketina derve mayîn teqîyan, bi teqînan zarokek mir. Di du salên paşiyê de bi teqînên bi vî rengî 19 zarok mirine 36 jî birîndar bûne.
Buyerên li Geverê
Li taxa Gungorê teqemeniyeka ji demên operasyonan mayîn di hewşa welatiyekê de, teqiyaye û bi teqînê Îbrahîm Akdagê 30 salî birîndar bûye.
Li heman taxê duhî Berat Oktayê 10 salî jî bi teqînekê miribû.
Bixwîne - UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Li ser herdu buyeran Erkan Çapraz bi bianetê re axivî. Çaprazî diyar kir ku di dema derketina derve hatî qedexekirin de yek ji cihên herî zêde şer lê çêbûye taxa Gungorê ye. Li wê taxê gelek xanî xera bûne û teqenî li wê derê hene.
Piraniya niştecihên wê taxê di dema şerî de bar kirine, piştî şerî vegeriyane malên xwe.
Çaprazî diyar kir li Geverê qedexeya derketina derve 78 rojan dom kiriye, piraniya xaniyan xera bûne û 95 kes mirine.
Bixwîne - "Heta 2030ê 60 milyon zarok dê di emrê ji 5 saliyê biçûktir de bimirin"
Li Geverê di 30ê Îlona 2017ê de dema Umut Kozayê 5 salî û E.K.yê birayê wî yê 7 salî dilîstin teqemiyek li wan teqiyabû. Umut Kozay miribû, birayê wî birîndar bûbû.
19 zarok mirine
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê, li navçeyên Hezex, Cizîr, Silopya yên Şirnexê û navenda Şirnexê, li navçeyên Licê, Farqîn û Sûrê yên Diyarbekirê, li navçeyên Kerboran û Nisêbînê yên Mêrdînê texemeniyên ji demên operasyonan mayîn teqîyane. Bi teqînan 19 zarok mirine.(AS/MB)