Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayita polîsan a bizirx li zarokê 4 salî yê bi navê O. Ö. xist û ew bi giranî birîndar kir.
Dema ku O. Ö li taxa Aşağımahalleyê li ber deriyê mala xwe dilîst wesayita polîsan saetên şevê yên roja yekşemê (18yê Kanûna Pêşiyê) li wî qelibî. Kesên li derdorê zarokê 4 salî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî mudaxeleya pêşiyê O. Ö. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Lê ji ber ku rewşa wî giran bû, ew ji vir jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.
Malbata zarokî derbarê rewşa kurê xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û gotin ku di dema li ber malê dilîst wesayita polîsan a bizirx lê qelibî ye û ew ji serê xwe bi giranî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya Bayram Kaplan nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) aşkere kiribû ku di navbera 30yê Tebaxa 2016yê û 27ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de di encama ku wesayitên polîsan ê bizirx li wan qelibîne 23 kes, di encama gulebarana ji wesayita bizirxî hatiye kirin de jî 6 kes mirine û 34 kes jî birîndar bûne. (AS/FD)