Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ahmet Yildiz karkerekê pembûkomkirinê bûye ku di sala 2013ê de ketiye ber didanên makîneya presê de û miriye, fîlmê Şekirê Pembû ji bo bîranîna Yildizî hatiye amadekirin.
Şekirê Pembû fîlmek e ku li ser jiyana du zarokên karkerên pembûkomkirinê ye. Fîlm di 7ê Kanûna Pêşiyê de li Mêrsînê hat nîşandan.
Amadekarêm fîlmê serî li festîvalên navneteweyî daye ku fîlm li wan deran bê nîşandan. Fîlm li ser jiyana du zarokên li navçeya Karataşê ya Edeneyê dijîn û karkeriya pembûkomkirinê dikin e. Zehmetiyê jiyana zarokan di fîlmê de hatiye nîşandan.
Derhênerê Fîlmê, Ozan Takişî got:
“Ahmet Takiş zarokekê karker yê 13 salî bûye. Dema ew mirî pêşiyê xwedanên karî xwestine wek qezayeka trafîkê bûbe nîşan bidin lê paşê rastî eşkere bûye û ew kes hatine dadkirin.
“Piştî derbasbûna demê ji bo bavê Yildizî 30 hezar Lîreyên Tirkan tê dayin û xwedanê karî ji girtîgehê derdikeve.
“Ji bo ku Ahmet Yildiz bibe dengê hemî zarokan min xwest ez wî bi vî awayî di bîran de bihêlim.”
(HK/MB)