Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 20 salan de 561 jinan serî li Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Taciz û Tecawiza di Dema Desteserkirinê de daye.
Ji sedî 18ê wan kesên alîkariya hiqûqî xwestîn di dema desteserkirinê de hatine tecawizkirin. Ji sedî 82yê wan kesan di dema desteserkirinê de hatine tacizkirin.
Ji sedî 79ê kesên hatîne desteserkirin û tecawizkirin an jî tacizkirin ji ber sûcên siyasî hatine girtin, ji sedî 21ê wan ji ber sûcên edlî hatine girtin.
Ji sedî 12ê wan kesên di dema desteserkirinê de hatine taciz an tecawizkirin zarokên keç ên ji 18 saliyê biçûktir bûne.
Ji sedî 74ê wan kesên di dema desteserkirinê de hatine taciz an tecawizkirin kurd bûne, ji sedî 23 tirk bûne.
Jineka ku tecawiz li wê hat kirin piştî bûyerê xwe kuştiye. Zarokeka keç a 14 salî piştî tecawiz lê hat kirin xizmên wê ew kuştiye.
Ji sedî 40ê(229) jinên daxwaza hiqûqî kirîn ji ber ku tirsiyane nexwestine dozê veke. 14 jinan doz vekiriye lê di dema domkirina pêvajoya dozê de dest ji dozê berdane.
Destdirêjiya li keça 12 salî
Di bûyereka li Dêrika Mêrdînê pêk hatî de, du leşker li ber deriyê mala kesekî têne kuştin. Leşker bi ser mala wî de digirin. Komk polîsan li keça wî ya 17 salî daye, çengê wê şikênandiye û bi dehan caran pehîn li vajînaya wê dane. Xwediyê malê demekê dibîne ku keça wî ya 12 salî hatiye rût û tazîkirin û şeş leşker destdirêjiyê lê dikin.
(ÇT/MB)