Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor Rapora Zarokên Girtî ya CİSST/TCPSê, di 10 salên dawiyê de 92 caran giliya girtîgehên zarokan hatiye kirin ku li wan deran îşkence li zarokan tê kirin. Lê bi tenê berpirsek hat girtin.
Li gor rapora Wezareta Dadê ya ku 7ê Nîsana 2017ê hatiye amadekirin, di girtîgehan de 1715 kur û 63 keçên 12-18 salî di girtîgehan de ne.
Bixwîne - UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Li gor raporê zarokên li dadgehên cezayê giran hatîn cezakirin di salekê de du qet zêde bûne.
Di sala 2009ê de 5 hezar û 728 zarok di girtîgehan de bûn. Di sala 2016ê de hejmara zarokên girtî bû 12 hezar û 423.
Li gor raporê:
“Li girtîgehên Tirkiyeyê Ji sala 2009ê heta Adara 2017ê 18 zarok li girtîgehan mirine. Ji 18 zarokên mirîn biryara girtinê ji bo 10 zarokan hatibû dayin.
Bixwîne - “Heta 2030ê 60 milyon zarok dê di emrê ji 5 saliyê biçûktir de bimirin”
“Di navbera Çiriya Paşiyê ya 2015ê heta Hezîrana 2017ê, di girtîgehan de 6 zarok mirine. Ji 6 zarokên mirîn yekî xwe kuştiye, 5 zarokan jî agir berdaye odeya girtîgehê û şewitîne.”
(AS/MB)