Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li taxa Çalê ya Sêrtê wesayiteka zirxkirî ya polîsan duhî li Felek Batura 7 salî daye, zarok miriye.
Niştecihên taxê, Felek Batûr ji bo nexweşxaneyê biriye.
Bixwîne - Polîsê ku li Silopyayê bi wesayita zirxkirî du zarok kuştine tehlîye bû
Di 1ê Tebaxê de wesayiteka polîsan li Stenbolê li zarokekî dabû û ew miribû. Di raporeka Partiya Komarê ya Gelî(CHP) de hatiye eşkerekirin ku di sala 2016ê û 5 mehên sala 2017ê de 13 kes mirine û ya kêm 7 ji wan zarok bûne.(YY/MB)