Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kurê Cemîl Kozayî yê 5 salî dema bi teqemeniyekê dileyîst teqemenî li wî teqiyaye û miriye. Kozayî diyar kir ku li ser bûyerê lêpirsînek jî nehatiye kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokekê 5 salî yê bi navê Umut Kozav û birayê wî Erhan Kozavê 7 salî dema bi teqemeniya wan li erdê dîtî dileyîstin, teqemenî li wan teqîya. Umut mir û Erhan birîndar bû.
Bixwîne - Sezgîn Tanrikûlûyî ji bo zarokê li Geverê bi teqemeniyan mirî pirsname da meclîsê
Cemîl Kozayî ji malpera YuksekovaHaberê re gotiye piştî bûyerê ti kesan li ser navê dewletê telefonî wan nekiriye.
Li gor daxuyaniya Walîtîya Colemêrgê “ew teqemenî jibermayîyên operasyoneka leşkerî ne.”
Cemîl Kozayî gotiye:
“Ew cihê ku teqîn lê çêbûye 15 metreyan nêzîkî sytereya(qereqola) leşkerî ye.
“Avahî hatiye xerakirin û jibermayîyên wê jî hatine paqijkirin. Ew der rêbara gelek kesan e.
“Li derdora qereqolê qemereyên çavdêrîyê hene. Bila ew bêne kontrolkirin.”(EKN/MB)