Ceylan Onkol keçeka 12 salî bû ku di sala 2009ê de li Amedê hat kuştin. Ji dema kuştina wê heta niho bi tenê biryara "lêgerîna daîmî" hatiye dayin lê fail nehatiye dîtin. Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Sîbel Yîgîtalpê ji bo serokkomarê Bînalî Yildirim bibersivîne pirsî: "Gelo biryara 'lêgerîna daîmî' ji bo borandina dema dadkirinê ye?
"Lêpirsîn li ser çend leşkeran hatiye vekirin?
"Di 15 salên dawiyê de hêzên fermî yên çekdar çend zarok kuştine."
Çi bûbû?
Ceylan Onkol di 28ê Îlona 2009ê de, li Gundê Sipênî yê Navçeya Liceyê ya Amedê bi teqînekê miribû.
Termê wê şeş sietan li cihê bûyerê ma.
Dozger ji ber neyîna ewlehiya canê xwe sê rojan neçû cihê bûyerê.
Raporên Cendirme û Emniyetê
Serdar Çelebî yek ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wî di 2009ê de eşkere kiribû ku çêdibe Onkol bûbe armanca êrîşekê.
Hatibû eşkerekirin ku:
“Pê û destên Onkolê ji termê wê nebûye û çalek jî li cihê bûyerê nîne ji ber wê îhtimala bombeya çandî(mayin) kêm dibe.
Malbatê du caran serî li DMMEyê daye
Di sala 2010ê de, dadgehê biryar da dozê bike dozeka nehênî. Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore
Şahidan dane zanîn ku bi topeka Hewan a ji Tapantepeyê hatî avêtin Onkol hatiye kuştin.
Dadgehê li ser vê yekê biryar da ku têra sûcdarkirina leşkerên hewan avêtîn delîl nînin.
Li Tirkiyeyê doz nehatiye vekirin, dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore.
Li ser kuştina Ceylan Onkolê hê jî li Tirkiyeyê ti doz nehatine vekirin. (YY/MB)