Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cendirmeyan kurê Sati Bozkûrtê, Ç.B. yê ku ji sedî 82 kêmendam e bi hêceta ew “ji eskeriyê reviyaye” desteser kir.
Satî Bozkûrt li Daricayê, seroka Rêxistina Jinan a Partiya Komarê ya Gelî(CHP) ya berê bû. Cendirmeyan dema kontrolkirina rêyan ew sekinand. wê bûyer weha got:
“Ez û kurê xwe bi tirmbêlê ji Daricayê ber bi Izmîtê ve diçûn.
“Cendirmeyan tirimbêla me sekinand û wan diyar kir kurê min ji ber ku neçûye eskeriyê qaçax e.
“Wan em desteser kirin û birin Lîwaya Gebzeyê.
“Min eşkere kir ku kurê min ji sedî 82 kêmendam e, bijîşkan raporên fermî dayine wî. Berpirsyariya Kêmendaman ya Serokwezîrîyê qerta kêmendaman daye wî. Lê leşkeran guh neda me û 15 roj molet da me ku em raporeka nû ji nexweşxaneyê bistînin.
“Dewletê rapor dane, rapor di destên me de ne.”(EKN/MB)