Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEFê) diyar kir ku ew ji bo zarokên li Reqqayê û herêmê dimînin bi endîşe ne ku piştî operasyona di 6ê Hezîranê de ji bo bajarê Reqqayê yê Sûriyeyê ji DAIŞê bistînin, dibe zarok di nava agirê du aliyan de bimînin.
UNICEFê aşkere kir ku di nava şer de 40 hezar zarok hene.
Rêxistinê ji bo zarok û sivîlên bixwazin ji bajêr derkevin bang li hemû aliyên li Reqqayê şer dikin kir. Rêxistinê daxwaz kir ku wan bişînin ciyên ewle, biparêzin û rêyên ewle ava bikin.
“Herî kêm 25 zarok mirin”
Dîrektorê Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê UNICEFê Geert Cappelaereyî derbarê mijarê de daxuyanî da û got, “Li bajarê Reqqayê bûyerên tundûtujiyê yên asta wan bilind, jiyana zarokan dixe bin xetereyê. Heta îro herî kêm 25 zarok mirin. Hejmareke zêde zarok jî birîndar bûn.
“Li bajarê Reqqayê nexweşxane û dibistan jî rastî êrîşê hatin. Kesên ku bixwazin birevin rastî xetereya mirin an jî birîndariyê hatin.”
Di vê navberê de Neteweyên Yekgirtî (NYyê) aşkere kir ku di operasyona Reqqayê de heta niha gelek mirov mirine û avahiya dibistanekê, ya bankeyekê, muzeyek û mizgeftek bûye hedef û zêdetirî 95 hezar mirov ji Reqqayê derketine. (YY/FD)