Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ûgûr Kaymaz zarokek e ku di sala 2014ê de digel bavê wî hat kuştin. Ûgûr Kaymazê 12 salî bi 13 gulleyan hat kuştin. Peykerê Kaymazî li navçeya Qosarê ya Mêrdînê hatibû danîn. Piştî ji bo Şaredariya Qosarê qeyûmek bû şaredar, şaredarê nû peykerê Kaymazî da rakirin.
Dersdêrekê bi navê Kamûran Aydogan di sala 2009ê de peyker çêkiribû. Peyker yê du zarokan in ku kevokek di destê wan de ye.
Di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de ji bo Şaredariya Qosarê, Qeyûmek hat erkdarkirin.
Li gor nûçeya dihaberê, şeva dî wesayitên zirxkirî dora peykerî girtiye. Peyker hatiye rakirin lê polîsan destûr nedaye dîmenên bûyerê bê girtin.
Nayê zanîn ka peyker bi kû ve hatiye birin.
Çi bûbû?
Di 21ê Çiriya Paşiyê de, Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hat îdiakirin ku ew “terorîst” bûn.
Ûgûr Kaymaz û bavê xwe li mala wan a li Qosarê hatin kuştin. Kaymaz bi 13 gulleyan û bavê wî bi 8 gulleyan hat kuştin. (TP/EKN/MB)