Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Feleknas Ûcayê mijara ku zarokên girtî li Girtîgeha Amedê rastî kiryarên xirab û istismara zayendî tên xist rojeva Parlamentoyê.
Ûcayê ji bo ku bi bersivîne pêşniyaznameyek pêşkêşî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî kir û di pêşniyaznameyê de bibîr xist ku beriya niha di bûyerên weke vê de rewşa bêcezatî heye. Ûcayê got, “Raya giştî ya Tirkiyeyê pêvajoya darizandinê bi endîşe temaşe dike”.
İstismar
Tiştên ku du pêşniyaznameya Ûcayê de derdikevin pêş wiha ne:
“Ew îdia di çapemeniyê de cî girtine ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, di qawîşa 12yê de, 20 zarokên girtî yên temenê wan di navbera 15 û 17an de rastî istismara zayendî hatine.
“Li gorî van nûçeyan, hatiye îdiakirin ku B. Ç yê di sala 1996ê de jidayik bûye ku ji hêla rêveberiya girtîgehê ve weke nûner hatiye diyarkirin û alîkarê wî B. G yê di sala 1997ê de jidayik bûye, li zarokan didin û zarok ji hêla van kesan ve rastî istismara zayendî tên.
Rapora doktorî
“Li gorî îdiayên di çapemeniyê de cî girtine, bûyer di encama wî tiştî de derketiye holê ku, zarokekî rastî istismara zayendî ya B. Ç yî hatiye, di 13ê Cotmeha 2013ê de ji gardiyanekî re behsa bûyerê kiriye.
“Her wiha hatiye îdiakirin ku hin zarokên ji bo mûayeneyê şandine nexweşxaneyê, rapora doktor a derblêdan û kotekê standine.
“Li hêla din, Serdozgeriya Komarî ya Amedê piştî bûyerê bi 5 mehan lêpirsîn daye destpêkirin. Hat îdiakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarî ya Amedê îfadeya zarokên rastî istismarê hatine girtiye lê îfadeya alîkarê B. G yê alîkarê nûnerê qawîşê yê di vê demê de hatiye berdan, negirtiye.
Dosyeya lêpirsînê
“Hatiye îdiakirin ku zarok giliyê B. Ç û alîkarê wî B. G yî kirine lê daxwaznameyên ji rêveberiya girtîgehê re şandine winda bûne û daxwazname ne di nava dosyeya lêpirsînê de ne.
Pozanti
Ûcayê destnîşan kir ku di îdianameya 3 rûpelan ya ji hêla Dadgeha Cezayê giran a Zarokan a Amedê de li ser xemsarî ya rêveberiya girtîgehê bi ti awayî tiştek nehatiye gotin.
Ûcayê istismara zayendî ya di sala 2012ê de li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê bibîr xist.(YY/FD)