Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Gamze Îlgezdîyê eşkere kir ku li gor hejmarên Nîsana 2017ê 560 zarokên di emrê 0-6ê de digel dayika xwe di girtîgehan de ne.
Li gor hejmarên Wezareta Dadê dane Îlgezdîyê 516 jin digel zarokên xwe di girtîgehan de ne. 44 dayik ya kêm digel du zarokên xwe di girtîgehê de ne.
219 zarokên di girtîgehê de kur û 269 zarok jî keç in.
Li gor Îlgezdîyê, sê rê li pêşiya zarokên di girtîgehan de hene.
“Heke xizmên zarokan li derve hebin zarok dikarin li nik wan bimînin. Heke nebin zarok li nik dayika xwe dimînin. Heke dayik qebûl neke dewlet li mala sêwîyan zarokan xwedî dike.
“Divê ji bo zarokên di girtîgehan de xwarinên cida bêne çêkirin lê ew jî xwarinên mezinan dixwin.
“Ji bilî pêlîstokên paçik dayina pêlîstokan qedexe ye.
“Zarok li girtîgehan de gelek caran nexweş dibin ji ber ku şertên wan xerab in.”
Parlamenterê eşkere kir ku divê ji bo dayikên digel zarokên xwe di girtîgehan de dimînin, girtîgehên taybet bêne çêkirin.
(YY/MB)