Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kovara qerf û henekan a bi navê UYKUSUZê li ser serbestberdana A.O.V.yê ku îstismar li zarokên xwe kiribû, xêzewêneyek çêkir û li ser bergê xwe belav kir.
Dadgehê ji ber îstismarê 30 sal ceza ji bo A.O.Vyî xwestibû lê dadageha bilind ev biryar red kiribû.
Xwedana wê nûçeyê bianet e.
Li ser bergî ev nivîs hatiye nivîsîn.
“ji ber ku A.O.V.yî îstismar li zarokên xwe kiribû 30 sal ceza ji bo wî hat dayin lê piştî 8 mehan dadgeha bilind ew serbest berda.”
Li ser xêzewêneyî girtîgehek heye û di deriyê girtîgehê de karmendek dibêje:
“Rojnamegerê/a di dorê de rêkin. Cihê kesekê vebûye.”
A.A.ya ku bavê zarokên wê îstismar li zarokên wê kiribû ji bianetê re axivîbû. Zarokên A.A.yê 4 û 5 salî ne. A.O.V.yî ji ber îstismara li zarokan ceza xwaribû.(ÇT/MB)