Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li balafirgeha Şayranê da. Balafira Şayranê li bajarê Hûmsê yê Sûriyeyê ye.
Donald Trumbî bi daxuyaniyeka kurt ji rojnamegeran re got:
“Operasyona bi fûzeyan li Sûriyeyê hatî kirin ji bo ewlehiya Amerîkayê bivê-nevê bû.”
Trumpî da zanîn ku Sûriyeyê li Idlibê, li nehiyeya Xan Şeyxûnî bi çekên kîmyayî êrîşî sivîlan kiribû.
Trumpî got:
“Dîktatorê ji Sûriyeyê di roja sêşemê de êrîşek kir ku encamên wê diltezîn bûn. Bi vê êrîşa hovane gelek mirov, heta ku bebikên delal hêdî-hêdî bi awayek hovane û bêwijdanane hatin kuştin. Esadî ew kes kuştin ku ew hewceyî alîkariyê bûn. Bêguman e ku desthilata Sûriyeyê çekên kîmyayî bi kar aniye.”
Pentagon: Me Rûsya agehdar kir
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pentagon) li ser operasyonê daxuyaniyek da. Li ser navê Pentagonê Jeff Davisî eşkere kir ku Amerîkayê bi fermana Donald Trumpê serok dest bi operasyonê kiriye. Ji bo operasyonê pentagonê Rûsya agehdar kiriye. Di dema operasyonê de jî Pentagonê berdewam agahî dane.
Walîyê Hûmsê: 5 kes mirin
Waliyê Hûmsê Talal Al Barazi ji ajansa nûçeyan a Sûriyeyê re gotiye:
"Birîndar ji bo nexweşxaneyan têne şandin. Li bajafirgeha bûye armanca êrîşê hin kes mirîne."
Rûsya: Zerer giha têkiliyên digel Amerîkayê
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskovî got: "Êrîşê zerer gihand têkiliyên me yên digel Amerîkayê.
Federasyona Rûsyayê xwest Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî demildest kom bibe.
(NV/MB)