Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî êrîşa li Idlibê yek jê jin 3 kes anîbûn Tirkiyê û her sê kes jî miribûn. Cenazeyyê van 3 kesan ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tiba Edlî.
Ji bo otopsiyê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heyeta ji 3 kesan pêk tê jî hatibû Edeneyê. Bekir Bozdag got ku di encama otopsiya ku nûnerên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî ya Neteweyên Yekgirtû yê jî beşdar bibûn de, derketiye holê ku çekên kimyewî hatiye bikaranîn.
Hate diyarkirin ku heyeta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi ekîpmanên taybet weke çavdêr beşdarî otopsiyê bûne û ji laşan mînak standine. Herwiha ji bo radestî Wezareta Tenduristiyê bike, hin mînak dane rayedarên Midûriyeta Tenduristiya Bajêr.
Wezîr Bozdag derbarê mijarê de li Kirikkaleyê ji rojnamegeran re axivî û wiha got:
“Li Edeneyê li ser sê cenazeyên ku ji Idlibê hatibûn anîn otopsî hat kirin. Pisporên tipa edlî û nûnerên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û yên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî ya Neteweyên Yekgirtû jî beşdarî otopsiyê bûn. Di encama otopsiyê de derket holê ku çekên kimyewî hatiye bikaranîn. Bi vê lêkolîna zanistî jî derket holê ku Esad çekên kimyewî bikar anîye.”
Çi bibû
Di 4ê Nîsanê de li Idlibê ya di bin kontrola muxalifên Sûrî de di hatibû îdiakirin ku di êrîşê de çekên kimyewî hatiye bikar anîn.
Di encama êrîşê de 20 jê zarok, 72 kes ji ber gaza bijahr miribûn.
(ÇT/FD)