Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rûsyayê êrîşa ku dihate îdiakirin bi gaza kimyewî li Sûriyê li bajarokê Han Şêxun a nêzîkî Idlibê hatiye kirin qebûl nekir, diyar kir ku balafirên rêveberiya Sûriyê depoyeke çekên kimyewî ya muxalifan bombebaran kirine.
Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Rex Tillerson berpirsiyariya êrîşî xist stuyê Rûsya û Îran ku garantorên agirbestê ne.
Rûsya: Depoya çekên kimyewî hat bombebarankirin
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hat diyar kirin ku bûyera li Idlibê, di encama bombebarana balafirên rejîma Sûriyê li hemberî depoya çekên kimyewî yên muxalifan de pêk hatiye.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konaşenkov got ku depo bi armanca çêkirin û veşartina gazên bijehr dihate bikar anîn û destnîşan kir ku madeyên kimyewî dişandin Iraqê û rêxistinên navdewletî û rayedarên Iraqê jî piştrast kirine ku ev gaz li Iraqê hatine bikar anîn.
Konaşenkov herwiha diyar kir ku nîşaneyên kesên rastî êrîşê hatine dişibe yên berê ji hêla muxalifan hatine kirin.
DYA: Rûsya û Îran garantor bûn
Wezîrê Karê Derve yê Rex Tillerson di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev tenê di meha dawî de bûyera 3emîn e ku tê îdiakirin bi çekên bi vî awayî pêk hatiye:
“Em careke din bang li Rûsya û Îranê dikin ku bandora xwe ya li ser rejîma Sûriyê bikar bînin û wî tiştî misoger bikin ku careke din êrîşeke bi vî awayî tirsnak pêk neyê.
“Berpirsiyariya exlaqî ya mezin a van kuştinan di stuyê Rûsya û Îranê de ye ku di agirbesta li Astanayê dihate gotûbêjkirin de xwe weke garantor aşkere kirin.”
Konseya Ewlekariyê ya NYyê kom dibe
Li ser bûyerê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo îdiayên bikar anîna çekên kimyewî nîqaş bike kom dibe.
Nûnerê Taybet ê NY li Sûriyê Staffan de Mistura diyar kir ku konsey bi armanca hesapdayina berpirsiyran wê kom bibe.
Îngiltere, Fransa û DYAye duh duh reşnivîsek biryarê pêşkêşî Konseya Ewlekariya NYyê kir û daxwaz kiribûn ku êrîşê lêkolîn bikin.
Çi bibû
Duh di encama êrîşa li Idlibê de hatibû îdiakirin ku çekên kimyewî hatiye bikar anîn.
Di encama êrîşê de 20 jê zarok 72 kes miribûn. (YY/FD)
Çavkanî: Sputnik News, Dengê Amerîka, BBC Tirkî, Deutsche Welle Tirkî