Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêziknameya Mafên Zarokan hat guhertin. Welatî dê bikarin bi şexsê xwe serî li lijneyê bidin. Rêzikname di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Seda Akçoya parêzer eşkere kir ku bi guherîna rêziknameyê êdî mafê welatiyan heye ku rasterast serî li Lijneya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bidin.
“Berê serîlêdana şexsî ne mûmkin bû. Lijneyê li rewşa welatan dinêrî û li gor wê rapor dinivîsî.
“Lijneya Mafên Zarokan a NYyê ne dadgehek e. Lijne nikare ti tiştan li dewletan bide kirin lê raporan dinivîse. Ew dikare pirsan ji dewletan bikin.
“Ev yek dikare ji bo çareserkirina kêşeyên mexdûran bibin arîkar.
“Komîte dikare binivîse li Tirkiyeyê ev maf têne binpêkirin.”(YY/MB)