Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li taxa Aldulqadîr Paşa ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema ku zarokan dilîst teqînek pêk hat û di encamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) zarokek 3 salî yê din jî 2 salî ye û xwuşk û birayên hev in. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînî.
Piştî ku li vir mudaxeleya lezgîn li wan hatin kirin, her du zarok şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Derbarê teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Berê jî teqîn pêk hatibû
Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan İrmez diyar kiribû ku li herêmên ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin hîn teqemenî nehatine paqijkirin û birîndarbûna 2 zarokên li Şirnexê yên di encama teqîna di 23ê Rêbandana 2017an de biribû rojeva Parlamentoyê.
(YY/FD)