Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Parastina ji Weşanên Bandora Xerab li Zarokan Dike ya Serokkomariyê biryar da ku hejmara paşiyê ya kovara Elleyê bandora xerab li zarokan dike.
Li gor lijneyê “hin wêneyên di kovarê de bandoreka xerab li me’inewiyata wan kesên ji 18 saliyê biçûktir dike."
Li gor biryara lijneyê ya di Rojnameya Fermî de hatî weşandin. Divê li ser bergê kovarê nivîsa “Zererê Dide Zarokan” hebe û kovar di zerfekê de bê firotin.
"Divê her kes bibin femînîst"
Ji ber 8ê Adarê hejmara Elleyê li ser femîzîmê û jinan bûye. Kovarê eşkere kiribû ku “divê her kes bibin femînîst.” (BK/MB)