Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementerên HDPê wan dîmenên ku li Sûrê hatiye kişandin xistin romjeva meclisê.
Parlementerên HDPê Feleknas Ûca û Sibel Yigitalp du pirsanameyên cuda dan meclisê ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.
Di her du pirsnameyê de jî hat gotin ku di wan dîmenan dixwiyê ku de gelek jin û zarokên ku ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve ji Sûrê hatine tehliyekirin bi zorê polîsan hatine tazîkirin û ew hatine tacîzkirin.
‘Polîsan/leşkeran wan dîmenan kişandine’
Di pirsnameya Feleknaz Ûca de hat gotin kesên ku bi anonsên ji wesayîta zirxî tehliye dibin, ji wan tê xwestin ku destên xwe rabikin jor, zikê xwe û pişta xwe bidin nîşandan. Her wiha di pirsnameyê de hat diyarkirin ku ew dîmenan ji hêla polîs/leşkeran ve hatine kişandin.
Sîbel Yigitalp jî di pirsnameya xwe de daxuyaniyên fermî kir referans û bibîr xist ku li cihên ku qedexe hebû ji bo tehliyekirina welatiyên sivîl Walîtiya Amedê korîdoran vekiribûn û 19 jê zarok 63 kes hatibûn tehliyekirin.
Di wê pirsnameyê de hat gotin di wan dîmenan de 1 jê keç 4 zarokên ku temenê wan navbera 8-10an de ne, di bin çavdêriya polîs/leşkeran de tên tehliyekirin û wiha gotin:
“Polîs/leşkeran dema tehliyekirinê ji wan jin û zarokan dixwazin ku kinc pêlavên xwe derxînin.”
Di her du pirsnameyan de ji Wezîrê Karên Hundir hat pirsîn ka ew kesên rastî dijûn û tacizê hatine kîne, wan dîmenan kî kişandiye, kî di înternetê de belav kiriye û eleqeya wan bi wezaretê re heye an na.
(YY/YO)