Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan, komek aktîvîstên mafên mirovan vîdeoyek amade kir. Wan bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê mafên zarokan têne binpêkirin. Aktîvîstan rexne li wê yekê kir ku rêxistina Gûndem Çocukê ya mafên zarokan hatiye girtin.
Vîdeoyê ev mijar anîne ber çavan: Zewaca zarokan, mafê jiyanê yê zarokan, binpêkirina mafên zarokan û cezanedana sûcdaran, îstismara zarokan.
Vîdeo li ser Facebook û Twîtterê tê belavkirin û peyama ‘’li şûna hikûmet saziyên parastina mafên zarokan bigire bila guh bide gotinên wan.’’(YY/MB)
Komeleya Gûndem ÇocukêDi sala 2005ê de li enqereyê hatiye avakirin. Pisporên pisîkolog, dersdar, dadnas, weşanger û akademîsyen ji bo komeleyê kar dikirin. Armanca Komeleyê weha hatiye eşkerekirin: Em ji bo welatek û cîhanekê dixebitin ku hemî zarok dê wek kesên azad, wekhev û birûmet di aştiyê de bijîn. |