Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW) bi raporekê eşkere kir ku polîsên Yûnanîstanê bêsebeb zarokên mezinên wan nedigel wan digirin û dikin di girtîgehan de, paşê polîs wan di girtîgehên qelebalix de dihêlin.
Ji bo raporê HRW digel 42 zarokên di girtîgehan de hatîn hiştin an jî hê jî tê de ne, civiyaye.
Li gor raporê zarok li qereqolan di girtîgehên biçûk de carinan digel mezinên ne xizmên wan re têne hiştin.
Desteserkirina bi demekê dirêj
Li gor HRWyê di sala 2016ê de Yûnanîstanê qeyda 3.300 zarokên bêyî xizmên xwe, wek penaber çûyîn wî welatî çêkiriye.
Li gor qanûnên Yûnanîstanê ji beriya ku zarokên bêyî xizmên xwe çûyîn wî welatî bêne bi cih kirin. Polîs dikarin 25 rojan wan desteser bikin, heke pêwîst bibe polîs dikare demê desteserkirinê heta 45 rojan dirêj jî bike.
‘’Zarok û mişk bi hev re ne...’’
Li gor rapora HRWyê...
‘’Zarok di şertên gelek xerab de dimînin. Ew li cihên gelek pîs yên ku mişk û heşere lê heyîn carinan bêyî doşeka wan jî hebe dimînin.
‘’Polîs mûameleya xerab li zarokan dikin.’’ (YY/MB)