Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê eşkere kir ku belgeyên nêzîkî nîv milyon zarokan nehatine temamkirin, ji ber derengçêkirina belgeyan û bêçaretiyê ji Kanûna Paşiyê ya 2015ê ve zarok berê xwe didin rêxistinên sûcdariyê û kaçaxçiyên mirovan.
Raporên Europol-Interpolê
Li gor daneyên Eurostadê ji Kanûna Paşiyê ya 2015ê ve, li Ewropayê ji 580 hezaran zêdetir zarokan daxwaza penaberiyê kirine.
Li gor rapora Interpolê, ‘’ji sedî 90ê penaberan bi rêya kaçaxçiyan çûne Ewropayê. Ya kêm nîv milyon zarok di demekê penaberiyê de serî li kaçaxçiyan daye.’’
Polîtîkayên Dewletê
Koordînatorê Taybet ê Krîza Penaberan, Marie-Pierre Poirierê sebebên krîza penaberan weha eşkere kir:
‘’Girtina deriyên sînorî wek girtina derîyan û vekirina pencereyan e. Bi taybetî wan zarokên bi tenê xwe avêtin rîskên mezintir.
‘’Heke rêyên ewle û qanûnî hebûna, zaro û malbatên wan dê bi zorê teslîmî qaçaxçiyan nebûna û xwe bi destên wan ve nediberdan.’’
Ticareta mirovan
‘’ Gelek ji penaberan ji bo beşeka rêyê 3000 Euroyan didin. Gelek caran zarok da pereyên qaçaxçiyan bidin dibin deyndar. ‘’
Bang
Hin beşên banga UNICEFê ev in:
‘’ Divê ew rê û kesên dixwazin qaçaxçîtiya mirovan bikin baştir bêne belgekirin.
‘’Divê bi taybetî li welatên wek Yûnanîstan û Îtalyayê ku rawestgeheka rêya penaberiyê ye, rayedar hin kesan peyda bikin ku ji bo zarokên bêxwedî şêwirmendî û şîretkariyê bikin.
‘’Divê daneyên li ser rewşa zarokan bi başî bêne temamkirin’’(YY/MB)