Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê eşkere kir ku hejmara zarokên li herêmên metirsîdar dijîn ji dema şerê cîhanê yê duyem heta niho gihaye hejmara herî zêde.
Li gor raporeka UNICEFê li dinyayê 250 milyon zarok li cihên şer û pevçûn lê heyîn dijîn.
Li gor UNICEFê li hemî welatan bi giştî ji her 9 zarokan yek li herêmek welê dijî ku şer û pevçûn lê hene.
Bi tenê li sala 2015ê 16 milyon zarok di herêmên şer û pevçûnan hatine dinyayê.
Kêşeyên psîkolojîk
Li gor raporê 75 milyon zarokên di emrê 3-18ê de nekarine biçin bexçeyê zarokan an jî xwendina xwe bidomîne.
Li gor raporê heke alîkarî neyê kirin ji sedî 20 ê zarokên li Rojhilata Navîn dijîn dê bikevin nexweşiyên psîkolojîk û ji sedî 3-4 ji wan dê bikevin nexweşiyên giran ên psîkolojîk.
Zewaca di emrê biçûk de
Li gor daneyên UNICEFê li Ûrdinê ji her sê keçên ji 18 saliyê biçûktir yek zewicî ye. Ev rêje ji beriya pevçûnan ji sedî 17 bû. (YY/MB)