Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê bi rapora xwe dîyar kir ku heke şertên heyîn neyên guhertin heta sala 2030ê 69 milyon zarokên ji 5 saliyê biçûktir, dê bi sebebên çareseriya wan heye, bimirin.
Li gor raporê, li gor zêdebûna hejmara mirovan a vê demê, li sala 2030ê 167 milyon zarok dê di şertên hejariya zêde de bijîn.
Li gor raporê tê texmînkirin ku 60 milyon zarok dê wê derfetê nebînin ku xwedina bingehîn bixwînin. Her dîsa tê texmînkirin ku 750 milyon keç dê di emrê zarokatiyê de bêne zewicandin.
UNICEFê bangî hikumetan kir ku divê ew kêşeyên zarokan çareser bikin, nehêlin zarok di şertên penaberan de bijîn.
Hinek xalên raporê ev in:
- Ihtimala mirina zarokên hejar ku ji beriya 5 saliyê bimirin du qetê zarokên nehejar in.
- Ji ber sebebên çareseriya wan heye herî zêde zarok li Başûrê Asyayê û Başûrê Sehrayê ya Efrîqayê dimirin.
- Îhtimala mirina zarokên dêya wan nexwenda ne, sê qetê zarokên dêya wan xwenda ne.
- Îhtimala zewicandina keçên di zarokatiya xwe de ya hejaran du qetê dewlemendan e.
(YY/MB)