Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW- Human Rights Watch/HRW) dîyar kiriye ku Tirkiye penaberên diçin wê derê bi awayek fermî qeyt nake û bi wî awayî nikare penaberên ji Sûriyeyê bi awayek kêrhatî biparêze û ji wan re karî bibîne.
HRWyê îro bi daxuyaniyekê daye zanîn ku heta Tirkiye hemî penaberên li wê derê nebe cihek ewle û xizmetên pêdivî ji wan re neke divê Yekîtîya Ewropayê(YE) penaberan neşîne Tirkiyeyê.
Li gor hevpeymaniya di navbera YE û Tirkiyeyê de, Tirkiye wek ‘’ welatê ewle yê sêyê’’ an jî ‘’welatê xwespartinê’’ hatiye binavkirin. Ev yek jî we dike ku dewletên Ewropayê rasterast penaberan bişîne Tirkiyeyê.
Xizmetên perwerde û saxlemiyê nînin
‘’Li Tirkiyeyê hê jî ji bo gelek penaberan xizmetên saxlemî û perwerdeyê nayên kirin. Şertên ku ew lê dijîn ne şertên li gor qanûnan in. ‘’
Banga li YEyê
HRWyê dîyar kiriye Tirkiye ne welatekê ‘’ewle’’ ye.
‘’Qeyda demkî ya parastinê carinan şeş mehan nayê çêkirin, ev jî we dike penaber bi mecbûrî di kampan de bijîn.’’
Penaberên li kampan
Li gor rapora HRWyê, Tirkiyeyê ji sala 2011ê heta niho qeyda 2,7 milyon penaberên ji Sûriyeyê çêkiriye.
Zarokên karker
Li Tirkiyeyê piraniya zarokan nikarin biçin dibistanan. Tirkiyeyê biryar dabû ku 450 hezar zarokan li dibistanan bi cih bikin. Lê belê Tirkiyeyê ji 756 hezar zarokên penaber bi tenê 325 hezar penaber bi cih kirine.(YY/MB)