Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementera Mûşê ya HDPê Burcu Ozkan ji bo zarokên sûrî ku di atolyeyên nediyar de didin xebatê pêşnûmeya pirsînê da meclisê.
Di wê pêşnûmeya ku ji bo bersivandina Wezîrê Suleyman Soylu hat dayîn de, îdiayê ku kincên cîhadîstan bi zarokên sûrî didin dirûtin jî cih girt.
Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin:
‘Agahiyên ku li Antakyayê unîformayên endamên DAIŞ, El Nusra û Ehrar el Şamê li cihên nediyar de bi zarokên sûrî didin dirûtin, gihiştiye raya giştî. Tê îdiakirin ku bi zorên sûrî ku temenê wan ji 9an nabore, bi 40 TLyî rojê 12 saet didin xebatê û bi wan kincên cihadîstan didin dirûtin.’
Piştî van agahiyan Burcu Ozkan van pirsan ji Suleyman Soylu pirsî
*Gelo derbarê vê de wê lêkolîn were kirin? Di nav heyeta lêkolînê de wê kesên serbixwe û bêalî jî cih bigirin?
* Di şer de zarok weke hêzên lojîstîk tên bikaranîn. Ji bo astengkirina wan pêkhatinan gelo we ti hewldaneke kiriye?
* Li Tirkiyeyê hejmara zarokên kedkar çend e? Di warê cûreyên xebatê de rêjeya zayenda wan çawa ye? Hejmara zarokên sûrî ku ji ber şer revîne hatine vir ku niha kedkar in çend e?
* Gelo we debarê kargehên ku bi awayekî veşartî û li dijî qanûnê zarokan didin xebatê de ti hewldaneke kiriye?
(EKN/YO)