Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
‘’Demekê me mirovên hestiyên wan hatîn şikênandin û mirovên bi fîşekên plastîk hatîn birîndarkirin derman kirin. Demek bi ser me re borî me çavên bebikan paqij kir ku gaza rondikrêj tehsîr li çavên wan kiribû.’’
Serokê MSFyê, Dr. Joanne Liuyê bi daxuyaniyeka ji bo Welatên Ewropayê, dîyar kir ‘’divê welatên Ewropayê mafê penaberbûnê piştguh neke.’’
Liuyê got:’’ Em careka dî jî tînin bîra welatên Ewropayê, xelk ne bi tenê hewceyî pereyên we ne, ew hewceyî alîkarî û piştgiriya we ne.’’
Ti rê nemane ku bigihin beravan
Bi kurtî daxuyaniya MSFyê ev e:
‘’Ewropa bi dayina çend milyon Ewroyan û hinek alîkariyan, erkên xwe dide Tirkiyeyê. Ev kiriyar li vî demê koçberiya mezin, piştguhkirina mesûliyetên hiqûqî û exlaqî ne.’’
‘’Em bi salan in, wan kesên ji ber rêgiriya welatên Ewropayê mexdûr bûyîn derman dikin. Demekê me mirovên hestiyên wan hatîn şikênandin û mirovên bi fîşekên plastîk hatîn birîndarkirin derman kirin. Demek bi ser me re borî me çavên bebikan paqij kir ku gaza rondikrêj tehsîr li çavên wan kiribû.’’
‘’Hevpeymana Ewropa û Tirkiyeyê, hem mafên hemî mirovan binpê dike hem jî welê dike em xwe nedin ber barê wan kesên hewce ne em wan biparêzin.’’
‘’Dayik ji bo şîrî bistînin digirîn’’
‘’Nêrîna Ewropayîyan a li wan kesên li Yûnanîstanê asê mayîn, rûreşiyek e. Ti tedbîrên ewlehiyê nînin. Jin dema dibe şev ditirsin ku biçin destavê. Dayik ji bo şîrî ji zarokên xwe re bistînin digirîn.
Mêr li dorên standina xwarinekê de, an jî di dora standina jibermayîyeka xwarinê de li ber in rûmeta xwe li erdê bidin.’’(AS/MB)