Prof. Dr. Michael L. Chyet dê 15ê Çiriya Paşiyê (meha 11.) siet 12ê li Zanîngeha Inalcoyê ya Fransayê di konferansekê de biaxive. Mijara axiftina wî “bi mînaka zimanê kurdî, standartkirin û xebatên zimannasîyê” ye.
Michael L. Chyet nivîskarê ferhenaga Kurmancî-Ingilîzî (Yale University Press) e û li civata kurdan bi gotina xwe ya “zimanê ku zarok pê nepeyivin bêpaşeroj e” tê nasîn.
Chyetî doktoraya xwe li ser Mem û Zînê nivîsîye û dikare bi çil û du zimanan biaxive.
Berpirsê beşa Kurdî yê Înalcoyê, Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan dê moderatoriya bernameyê bike. Wî ji bianetê re diyar kir:
“Em li ser navê beşê Kurdolojiyê yê Înalcoyê vê bernameyê li dar dixin. Komeleya Kurdînalco jî piştgiriyê dide.
“Me berê jî di bin banê Înalcoyê de lêkolînerên kurd kirine mêvan, weke Celîlê Celîl, Mehmet Bayrak û hwd. Me her weha teva alîkariya Komeleya Kurdînalco ku Komeleya xwendekarên me yê û hin caran jî li ser navê Pirtûkxaneya BULAC ya ziman û çandên rojhilatî ku di avahiya me de ye, hin nivîskar û dengbêj û hunermend jî kirine mêvan ku kesên mîna Kawa Nemir, Ciwanmerd Kulek, Hozan Maruf û Keremê Gerdenzerî jî di nav de bûn.
“Me niyet e ku em konferansên Kurdolojiyê ku me li Colemêrgê dest pê kiribû li vira jî dewam bikin û weke ya Colemêrgê bikin pirtûk. Em nuha li ser dixebitin ka em çawa dikarin pêk bînin.
“Çi cara ku ji destê me were jî, em ê lêkolîner û zanyarên mîna Michael Chyet bikin mêvan ku di çarçoweya konferansên xweser de xebatên taybet pêşkêş bikin.
“Armanca me ew e ku em hêla lêkolîneriya beşê Kurdolojiyê nîşan bidin û wê bi îmaja wê ya xurt ve bidin nasandin. Heta nuha ev beş tenê weke nav dihat zanîn û jê re digotin « beşê kurdî yê Sorbonê ». Em dixwazin nuha hêza beşê xwe bidin xizmeta qada kurdolojiyê lê bi kar û xebatên ku dikarin bandorê bikin.”
(MB)