Wêne: Murat Bayram/bianet
Îsal yekemîn Akademîya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) bi beşdarîya 14 akademîsyen û lêkolîneran, 7 hefteyan her şemî di navbera 14.00 – 17.00’an de (16ê Adarê-27ê Avrêlê) li avahîya weqfê pêk hat.
Bêrîya akademî dest pê bike bi forma serlêdanê gelek xwendekaran serî lê da, forma 8 roja vekirî mayî bi giştî ji alîyê 112 kesan ve hate tijê kirin, vê eleqeyê di serî de ji ber ku min bername nivîsî û koordînatorî kir ez kêfxweş kirim û dûv re jî desteya rêveberîya weqfê kêfxweş kir.
Serlêdan tenê ji bo xwendekarên lîsans, master û doktorayê vekirîbû, lewma ew kesên di zanîngehan de nexwendekar nedikarîn serî li akademîyê bidin. Her hefte tevî moderator 2 axaftvan hebûn û li ser pisporîyên xwe axivîn, her yek di mijarên xwe de ji ya/ê din hêjatir û qedirtir bû.
30 xwendekarên 18 zanîngehan
Dersa dawiyê ya akademîyê
Akademî bi 30 xwendekarên lîsans, master û doktorayê bisînor bû, beşdarên akademîyê ji zanîngeh û beşên cuda cuda bûn. Vê yekê tesîreke eşkere li ser pirsên nîqaşan kir, her hefte kesên cûda pirsên xwe ji axaftvanan kirin û di beşa forumê de li gor perwerdehî û zanyarîya xwe mijar nirxandin. Di nav van 30 xwendekarên akademîyê de ji Zanîngeha Bilgiyê 6, Zanîngeha Boğaziçiyê 4, Zanîngeha Marmarayê 2, Zanîngeha Galatasarayê 2, Zanîngeha Mimar Sinanê 2, Zanîngeha Şehirê, Arelê, Kültürê, Sebahattin Zaimê, İbn-i Haldunê, Maltepeyê, Koçê, Sabancıyê, Beykentê (Stenbol) kesek hebû; ji Zanîngeha Uludağê (Bursa), ji ODTÜyê (Ankara), ji Zanîngeha Kocaeliyê, ji Zanîngeha Sıtkı Koçmanê (Muğla), ji Zanîngeha Lundê (Swêd) jî xwendekarek hebû. Yanî beşdar ji 18 zanîngehên Tirkiyê û yek jî ji zanîngeha Swêdê tevlî bûn.
Ev îstatîstîk jî nîşan dide ku akademî çiqas ji dîsîplîn û zanîngehên cûda pêk hatîye, her wiha nîşan dide ku sûdmend e, ji cûrbicûrîya zanîngehan yekîtîyek zengîn hatîye avakirin.
Zindîbûna hêvîyan
Tofan Sunbulî moderatoriya dersa dawî kiribû
Kurdan li Tirkiyeyê ne zanîngeh ne jî akademî hene, lewma pêkhatina vê bernameyê wekî zarûretekê li pêşîya me bû. Bi taybetî van salên dawî yên Tirkiyeyê gelek lêkolîner û akademîsyen ên Kurd û yên qada lêkolîna wan li ser Kurdan û Kurdolojîyê di dema rewşa awarte de bi KHK’yan ji karên xwe hatin dûr xistin. Her çiqas ji karê xwe hatibin dûrxistin jî van kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe yên akademîk berdewam kirine û ji akademîyê dûr neketine. Belê, her çiqas moral û motîvasyona gelek lêkolîner-akademîsyenan xirab bûyîbe, heta vê yekê tesîr li ser derûnîya wan jî kiribe, hêvîyên xwe winda nekirine. J.P. Sartre li ser meseleya hêvîyê wiha dibêje: “Bêhêvîtî sûîqasta herî tirsnak ya ku mirov ji xwe re amade dike ye; bêhêvîtî xwekuştinek (întixarek) manewî ye.” Li gel hêvîyê helbet bêhêvîtî jî zû belav dibe. Bêhêvîtî ji ber sedemên cûr bi cûr di nav xwendevanên Kurdan de jî cihê xwe girtîbû, beşdara akademîyê Melahat Goktaş (Zanîngeha Bilgiyê – Master) wisa axivî: “Akademîya Biharê ji bo min gelek baş derbas bû, ez bêhêvîbûm bi rastî lê bi vê Akademîya Biharê min dît ku tiştek xilas nebûye, wan çiqas xwestibe me bêdeng bikin em bihêztir hatin, vê akademîyê jî gelek hêvî dan min, li ser navê xwe min cardin bi vê xebatê we ji nûve hêvî kirin.” Me jî bi vê motîvasyonê hêvîyên xwe zindî kirin û zend û bendên xwe ji bo yekemîn Akademîya Biharê hilda.
Bi tesfîyeya akademîsyenan hem hûndirê zanîngehan hate vala kirin hem jî xwendekar ji van mamosteyan bêpar hiştin; zext û fîşarên li ser azadîya derbirrînê jî her roj di zanîngeh û qada gelwarî (public sphere) de zêdetir dibû.
Bi vê bernameyê hem ew mamosteyên ji akademîyê hatin dûrxistin hem jî ew ên hê jî li zanîngehan akademîsyen in qadeke ya derbirrînê dîtin, moral û motîvasyon ji bo wan çêbû, hem jî ew xwendekarên li zanîngehan ji ber zextan nedikarin xwe bi rihetî îfade bikin bi vê minasebetê hatin cem hevdu û hawireke “azad” dîtin û gotinên xwe, pirsên xwe “bêsansûr” ji mamosteyan re gotin. Di destpêka akademîyê de me ev yek bi xwendekaran re parve kir û me ji wan xwest ku xwe bi rihetî îfade bikin. Beşdarê akademîyê Serkan Menekşe (Zanîngeha Boğaziçiyê – Lîsans) wisa got: “Her kesan ev der wekî mala xwe dît çimku heqqeten xwe gelek rihet hîs kirin, min jî wusa hîs kir. Min hem xwe rihet îfade kir hem jî min xwe dibin zextekê de hîs nekir, tişta min dixwest bêjim min ew got, ez ji ber xeletîyan netirsîyam, kêfa min gelek ji vê yekê re hat. Dibêjin ku Boğaziçi azad e lê min xwe li vir azadtir hîs kir.”
Lêkolînên akademîk ên li ser Kurdolojiyê
Îsmaîl Başîkçî û Tofan Sunbul
Yek ji armanca vê akademîyê ew bû ku ew xwendekarên dixwazin di warê Kurdolojîyê de lêkolînên akademîk bikin li hevdu bidin nasîn û têkîlîyeke di navbera wan xwendekaran de ava bike. Lewma jî lijneya ji bo xwendekaran hatî avakirin her hewl da ku wan kesên ji beş û zanîngehên cûda hilbijêre. Di nav 30 xwendekarên akademîyê de 10 kesan lîsans, 14 kesan master (lîsansa bilind), 6 kesan jî doktoraya xwe berdewam dikir. Di bernameyê de her hefte xwendekar zêdetir nêzîkî hevdu bûn û ew têkîlîya me dixwest ava bibe hêdî hêdî çêdibû. Beşdaran hevdu nas kir û ew kesên mijara wan ya lêkolînê nêzîkî hev danûstandin kirin û têkîlîyên xwe xurttir kirin. Beşdara akademîyê Dîlan Salik (Zanîngeha Boğaziçiyê - Master) wiha got: “Taybetî akademîsyenên ciwan gelek tenê dimînin û ji kesê nikarin alîkarîyê peyda bikin. Wextê ku dixwazin xwe pêşve bidin gelek zehmetîyê dikêşin, ji ber vê yekê ev çalakî taybetî bo ciwanan gelek baş bû. Çimkî nav ciwanan têkîlîyeke gelek xurt çêbû, ji ber vê yekê ez gelek baş dibînim.” Di gel têkîlîya di navbera xwendekaran her hefte têkîlîyeke xurt di navbera xwendekar û mamosteyan de jî ava dibû, di akademîyê de xwendekaran kîjan mamoste nêzîkî xwe û mijara xwe dîtibe pê re yekser têkîlî danîn û mijara lêkolînên xwe bi mamosteyan re parve kirin, telefon û maîlê hevdu girtin. Akademîsyen û lêkolînerên beşdarî vê akademîyê bûyîn ji eleqe û pirsên xwendekaran kêfxweş bûn, di navberan de û piştî bername diqedîya bi pîrozkirin û gotinên kêfxweşîyê ev anîn ziman.
“Îro rêyek nû heye”
Armanceke din a girîng li gorî min bi van celeb akademî û bernameyan alternatîfek ji bo xebatên Kurdolojîyê hate avakirin, ji bo xwendekarên Kurd an jî yên bala wan li ser xebatên Kurdolojîyê rêyek hat vekirin û mijarên di akademîyê de hatin axaftin derveyî mijarên zanîngehên Tirkiyeyê bûn. Nêrîn û perspektîfên cuda hatin dîtin û axaftin, bi vê yekê jî eleqe û cazîbeya li ser xebatên Kurdolojîyê zêdetir bû û meyla xwendekaran diçe ser vî warî. Beşdara din ya akademîyê Rûbar Gûngor (ODTÜ – Master) hestên xwe wisa parve kir: “Vê akademîyê ji bo karîyera min a takekesî û xebatên min rûpeleke gelek mezin vekir, heta niha me xwe di akademîya Tirkiyeyê de afirand lê îro rêyeke nû heye. Di vir de hem ew kesên xebatên Kurdolojîyê dikin we anîn ba hevdu hem jî ew xebatên berê hatin kirin we nîşanî me dan, vê yekê gelek tesîr li ser min kir, min sûdek mezin jê wergirt.”
Mijarên akademîyê
Di Akademîyê Biharê de li bin van sernivîsan de mijar hatin pêşkêş kirin: “Di Destpêka Sedsalê de Kurd, Dengên Winda û Bîr, Mîritî û Medrese, Ji Do Heta Îro Ziman, Bajar-Çîn (Sinif)-Nasname, Femînîzm û Bawerî, Pirsgirêka Kurdan an jî Derketin Heye?”
Akademîsyen û lêkolînerên pêşkêşî kirin: Alîşan Akpinar, *Zehra Ayman (*Rohat Alakomî nekarî were lê nivîsa xwe wekî teblîx şand), Zeyneb Yaş, Hanîfî Bariş, Yusuf Baluken, Kadrî Yildirim, Ergîn Opengîn, Mehemed Malmîsanij, Gullistan Yarkin, Polat S. Alpman, Fahrîye Adsay, Shahab Valî, Cuma Çîçek û Mesut Yegen.
Akademîya Biharê ya WÎBê ji ber ku hem cara yekem bû hem jî weqfê nedizanî dê çend kes serî lê bidin, dê eleqe hebe an nebe, ji bo van sedeman yekem akademî bi zimanê Tirkî hate nivîsîn. Sedemeke din mixabin gelek xwendevanên Kurd ên li Stenbolê dixwînin Kurdî baş nizanin. Di nav van navên ji bo pêşkêşîyê hatin vexwendin jî çendekan Kurdî nedizanî. Lê me dît ku eleqeyeke baş ji alîyê xwendekaran ve hene û me paşragihandinên gelek erenî wergirtin, piştî hefteya yekem ya akademîyê me wekî WÎB biryar da ku salê 2 caran ev akademî pêk were. Di demsala biharê de bi Tirkî û di demsala payîzê de jî bi Kurdî dê çêbe. Ji niha ve weqif amadekarîyên Akademîya Payîzê bi Kurdî dike.
Beşdaran sertîfîkayên xwe standin
Di nav 30 xwendekaran de 25 xwendekarên bi rêkûpêk beşdarî akademîyê bûyîn 2ê Gulanê di rêûresma bawernameyê de ji alîyê serokê rûmetîyê Îsmaîl Beşîkcî ve bawernameyên xwe wergirtin û kêfxweşîya anîn ziman.
(TS/MB)