Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, peyamek nivîskî bi zimanê Kurdî û Tirkî weşandiye.
Daxuyaniya HDPyê ya derbarê Cejna Zimanê Kurdî de wiha ye:
“15 Gulana 1932’an bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat xwendin û nivîsandin. Ji vê sedemê her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ji 2006an ve weke cejn tê pîroz kirin
"15ê Gulana 1932yan, di dîroka rewşenbîrî, çandî û zimanî ya Kurdî/Kurdan de, rojeke taybet û girîng e. 88 sal berê li Şamê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî, kovara Hawarê bi tîpên Latînî dest bi xebatên xwe yên weşangeriyê kir û heta sala 1943’yan bi tevahî 57 hejmarên kovarê weşandiye.
"Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî. Celadet Ali Bedirxan û hevalên wî, kovara Hawarê kirin wek dibistaneke Kurdî û ji xebatkar û lêkoleran re bûn îlham û bingeheke mezin. Qêrîna Celadet û heval û hogirên wî, bû banga xwedîderketina kelepûra Kurdî û mohra xwe li sedsalekê xistiye.
"Kovara Hawarê dergeheke mezin ji bo xebatên Kurdî vekir û ji ber wê taybetmendiya wê, roja damezirandina Kovarê anku 15’ê Gulanê, ji sala 2006’an vir ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Zextên li ser zimanê Kurdî didomin
"Cejna Zimanê Kurdî, li hemberî polîtîkayên bişaftinê hişmendî; li hemberî zext û qedexeyan berxwedan; li hemberî tunekirinê xwedîderketina ziman, çand û kelepûra Kurdî ye. Di Cejna Zimanê Kurdî de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo ziman û çanda Kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan e, lewre divê wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, naskirin û hemû qedexe û astengiyên yasayî bên rakirin.
"Zimanê Kurdî; beyta Feqî, hubra Xanî, xezela Mela, helbesta Mestûre, risteya Arjen Arî, dengê Şakiro, banga Rêncber Ezîz, awaza Ayşe Şanê ye. Xwedîderketina vî zimanê qedîm, erka me ya sereke û bingeha hebûna me ya siyasî ye. Têkoşîna me ya ji bo azadiya me, têkoşîna me ya ji bo ziman û nasnameya me ye. Heta em azadiya xwe û azadiya zimanê xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
"Li hemberî polîtîkayên bişaftinê, berxwedan ziman, ziman berxwedan e. Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd pîroz be ku bi sedsalan e li dijî hemû zext û zordariyan li zimanê xwe xwedî derdikevin û hemû dek û dolab û planên serdestan pûç û serûbin dikin.
"Bi boneya 88em salvegera damezirandina Kovara Hawarê, em Celadet Alî Bedirxan û heval û hogirên wî bi rêzdarî bi bîr tînin; li ber keda wan û xebatên wan ên qedirbilind, bejna xwe ditewînin. Cejna Zimanê Kurdî di şexsê Celadet Alî Bedirxan û mamosteyên dibistana Hawarê de, li temamî dildar, kedkar û xem xwerên zimanê Kurdî pîroz be. (RT/AY/FD)