Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bersiva neyînî daye 10 baroyên ku cuda cuda daxwaza nirxandina serokatîya Metîn Feyzîoglûyî kirine, baro dîsa ketine nava liv û tevgerê.
Piştî ku Feyzîoglû di 2yê Îlonê de beşdarî merasîma vekirinê ya sala nû ya darazê bûbû, nîqaşên derbarê “lijneya giştî” de dest pê kiribûn. Paşê jî baroyan bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê kiribûn û daxwaza komkirina “ljneya giştî” kiribûn.
Rêveberiya Baroya Stenbolê ji bo ku serokatîya Feyzîoglûyî bê nîqaşkirin tevlî endamên xwe biryar girtibû. Paşê jî baroyên Enqere, Îzmîr û Antalyayê ya bang li TBByê kiribûn da ku “lijneya giştî ya awarte kom bibe û hilbijartinê pêk bîne”.
Baroyên Edene, Bûrsa, Riha û Wanê jî heman daxwaz ji TBBê kiribûn. Herî dawî jî di 16ê Çiriya Pêşiyê de Baroya Amedê bang li TTByê kiribû û bi vê re hejmara baroyan gihîştibû 10an.
Li gori benda 115/2yê ya Qanûna Parêzerîyê ji bo banga lijneya giştî şert pêk hatine. Lê TBByê eşkere kiriye ku wan daxwaz yek bi yek ret kiriye.
Li ser vê biryara TBByê 11 (Stenbol, Enqere, Antalyay, Îzmîr , Edene, Bûrsa, Riha, Amed, Dêrsim, Wan) baroyan vê carê bi hev re daxwaza civînê kirine. Heke di lijneya giştî de hilbijartin pêk neyê dê bixwazin ku li hemberî Feyzîoglûyî dengdayîna pêbawerîyê pêk were.
Dê baro îro 6ê Çiriya Paşiyê) daxwaza nivîskî bigihînin TBByê. Li bendê ne ku TBB di civîna dawiya vê hefteyê de li ser mijarê biryarekê bide. (RT/GN/FD)
Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye
* Fotograf: AA/Arşîv