Li Wanê mînîbusa ku penaber tê de bûne qeza kiriye
Li Wanê mînîbusa ku penabet tê de bûne qeza kiriye. 3 jê bi giranî, 43 penaber birîndar bûne.
![Li Wanê mînîbusa ku penaber tê de bûne qeza kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/967/original/van-510.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Taxa Beydagi ya navçeya Bêgira Wanê mînîbuseke ku paldankên wê jê hatine derxistin, qulipiye. Di encama qezayê de 3 jê bi giranî, 43 penaber birîndar bûne ku di nava wan de zarok û jin jî hene.
Derketiye holê ku di mînîbusê de penaber hebûn.
Tîmên rizgarkirinê û cenderme çûne cihê bûyerê û birîndar piştî midaxeleya pêşiyê rakirine nexweşxaneyên Bêgir, Erdîş û Wanê. (RT/FD)
Çavkanî: AA