Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Valentina Sampaio, modela brezîlî, bûye yekem modeya transseksuel a Victoria’s Secretê.
Modelê li ser hesabê xwe yê Instagramê fotografên xwe par ve kiriye ku ji bo koleksiyona Secret Pinkê ya Victoria’s Secretê hatine kişandin. Sampaioyê wiha nivîsiye: “Min qet dest ji xeyalan berneda.”
Modela transseksuel demeke berê bi Victoria’s Secretê dest bi xebatê kiribû û derketibû ser dikê. Bi vî awayî dibe yekem modela kampanyayê.
Bertek nîşanî gotinên Edward Razekî hatibû dayîn
Victoria’s Secret, ji ber hin gotinên Edward Razek, Midûrê bazarkirinê yê Victoria’s Secretê yên di hevpeyvîna kovara Vogueyê de rastî bertekan hatibû. Bi vê sedemê par reytîngê wê ketibû ku di dîroka wê de nehatine wê astê.
Razekî di wê hevpeyvînê de li ser pirsa “Di şovan de hûn difikirin cih bidin modelên transseksuel û xwedî qalibên mezin an na” gotibû:
“Şîrketa me ya hevpar di defîleyên xwe de cih dide modelên xwedî qalibên mezin. Em vê tenê pêşkêşî wê bazarê dikin ku em kelûpelên xwe lê difiroşin. Em weke Victoria’s Secretê pêşkêşî hemû cîhanê nakin.”
Razekî paşê lêborîn xwestibû lê bertek berdewam kiribûn. (PT/FD)