Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Koma Daxwazên Baş a Armanç Kerboraniyî bi beşdariya hunermend-rojnameger Zehra Doganê li Vatîkanê çalakiyek pêk aniye. Komê bi vê çalakiyê xwestiye balê bikişîne ser Heskîfê û Newala Dîcleyê.
Komê beriya niha jî li bin Pîramîta Mûzexaneya Louvre ya Parîsê û li ber Deriyê Îştarê ya Muzexaneya Bergamayê ya li Berlînê bi heman armancê du çalakî pêk anî bû.
Komê roja şemiyê jî bi heman armancê li Vatîkanê çalakiyek pêk aniye ku weke dilê Xrîstiyanê tê zanîn.
“Cihên pîroz li vir in”
Komê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“12 hezar sal beriya niha Heskîf li ber Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û ji ber wê ye ku weke yek ji wan şûnvarên herî kevn ên cîhanê tê naskirin. Li bajarê dîrokî Heskîfê û Newala Dîcleyê bi sedan cihên pîroz hene. Ev cih yên êzidiyan, cihûyan, zerdeştiyan, xrîstiyanan û misilmanan e ku li vir îbadeta xwe dikirin.
“Em hatin Vatîkanê û em dixwazin li ber UNESCOyê, dezgehên navnetewî û civakê rabin û li hemberî qirkirina çandî derbikevin. Heskîf mîrateyeke gerdûnî ya gelekî kevn e. Deriyên xwe ji me re vekirin, bawerî û mirovahiya hevbeş xwedî kir. Em xwedî çi baweriyê bin ferq nake, îro Heskîf mîrateya me hemûyan e. Divê em bêdeng nemînin û li hemberî rîska ku di bin avê de bimîne bêdeng nemînin. Şensê me nîne ku em li hemberî vê wêrankirin û tunekirinê bêdeng bimînin.
“Bi vê zanebûnê em vê gavê diavêjin û bang li cîhanê dikin. Divê em nehêlin Heskîfa 12 hezar salî wêran bibe. Divê em Bendava Germavê bidin sekinandin.” (HA/FD)